2 “Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Here, ji Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê re bêje: Xudan dibêje: Ezê vî bajarî bidim destê Padîşahê Babîlê û wê wî bişewitîne.
Di roja dehê meha dehan a nehsaliya padîşahiya Sîdqiya de Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê bi tevahiya artêşa xwe re hat Orşelîmê û artêşgeh ava kir. Li derdora sûrên wê pal çêkirin.
Min ne ji bo qenciyê, lê ji bo xerabiyê berê xwe da vî bajarî.’” Ev e gotina Xudan. “‘Wê ev bajar bikeve destê Padîşahê Babîlê û wê ew bajêr bişewitîne.’”
‘Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: Ezê çekên şer ên destê we ku we li dijî Padîşahê Babîlê û Kildaniyên li derveyî sûran dor li we pêçabûn bi kar anîn, li we bizivirînim û wan li nav vî bajarî bicivînim.
‘Wê ev taxim herin Babîlê û heta roja ku ezê bala xwe bidim wan, wê li wir bimînin.’” Ev e gotina Xudan. “‘Wê gavê ezê wan derxim û vegerînim vî cihî.’”
Çimkî Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê ew hepis kiribû û jê re gotibû: “Çima tu pêxemberiyê dikî û dibêjî: ‘Xudan wiha dibêje: Ezê vî bajarî bidim destê Padîşahê Babîlê û wê desteser bike.
Gotina Xudan ev e: “‘Va ye ezê emrekî bidim û wan vegerînim vî bajarî. Wê li dijî bajêr şer bikin, desteser bikin û bişewitînin. Ezê bajarên Cihûdayê bikim wêraneyeke bêkes.’”
“Wê hemû jin û kurên te derînin ba Kildaniyan. Tê nikaribî ji destê wan birevî. Tê bi destê Padîşahê Babîlê werî girtin, wê ev bajar jî bê şewitandin.”