Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yêremya 34:18 - Kurmanji Încîl

18 Ezê kesên ku peymana min binpê kir û şertê peymana ku wan di hizûra min de çêkir pêk neanî, bikim golikê ku dikin du perçe û di nav perçeyên golikê re derbas dibin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yêremya 34:18
10 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Avram hemû jê re anîn û ew di nîvî de qelaştin û her nîvek danî hember yê din. Lê wî çivîk neqelaştin.


Avram got: “Ya Reb Xudan, ezê çawa bizanim ku ezê bibim xweyê wî?”


Ew, Xwedê, Xudan dibêje; Bang li hemû erdê dike, Ji dera ku roj hiltê û heta dera ku diçe ava.


Lê wan li bajarê Adamê Peyman binpê kir. Li wê derê li min bêbextî kirin.


“Li boriyê bixin! Dijmin wekî teyr bi ser Mala Xudan ve tê. Ji ber ku Îsraêl peymana min binpê kir, Li dijî Şerîeta min derket.


lê xezeb û hêrs wê bên ser wan ên ku xweperest in û li gor rastiyê nakin, lê li pey neheqiyê diçin.


“Heke li bajarekî ku Xwedayê we Xudan dide we, kesek di nav we de, çi mêr çi jin, peymana Xwedayê we Xudan binpê bike û tiştên di çavê wî de xerab in bike,


Heke hûn peymana ku Xwedayê we Xudan li we emir kiriye binpê bikin, herin xulamiya îlahan bikin û li ber wan herin ser çokan, wê hêrsa Xudan li dijî we rabe û hûnê yekser li ser vî welatê qenc ê ku daye we tune bibin.”


Îsraêliyan guneh kir. Wan peymana min a ku min li wan emir kir binpê kir û ji tiştên ku hatibûn veqetandin birin. Wan hem dizî û hem jî hîlekarî kir. Ya ku dizîn di nav tiştên xwe de veşartin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ