10 Her kesê ku ket bin barê vê peymanê, hemû serek û tevahiya gel guhdarî kir û xulam û xadimên xwe azad kirin. Êdî tu kes birayê xwe yê Cihûdayî wekî kole negirt. Wan guh da û kole azad kirin.
Reb got: “Ev gel bi devê xwe nêzîkî min dibe Û bi lêvên xwe rûmetê dide min. Lê dilê wan ji min dûr e. Tirsa wan a ji min jî, Tenê emrên mirovan in Ku ji wan hîn bûne.
ew berjêr bû hat odeya nivîsendeyê qesrê. Hemû serek li wir rûdiniştin: Êlîşamayê Nivîsende, Delayayê kurê Şemaya, Êlnatanê kurê Exbor, Gemaryayê kurê Şafan, Sîdqiyayê kurê Hananya û hemû serekên din.
Li ser vê yekê serekan ji padîşah re got: “Bila ev zilam bê kuştin. Çimkî bi gotinên wiha destê şervanên li vî bajarî mane û hemû gel sist dibe. Ev zilam ne xêrê, lê xerabiya vî gelî dixwaze!”
Hûnê sala pênciyan pîroz bihesibînin û wê ji bo hemû şêniyên welêt azadî bê diyarkirin. Wê ew sal ji bo we bibe Sala Azadiyê. Wê herkes ji we vegere ser milkê xwe û ba malbata xwe.
çimkî Hêrodês ji Yûhenna ditirsiya û ew diparast; ji ber ku dizanibû Yûhenna mirovekî rast û pîroz e. Gava ku guhê xwe dida gotina wî, ew heyirî dima, lê dîsa jî bi dilxweşî guhdariya wî dikir.