5 ‘Kildanî ji bo şer tên û wê xaniyan bi laşên mirovan tije bikin ku min bi hêrs û xezeba xwe li wan xistiye. Min ji ber hemû xerabiyên wan mirovan, rûyê xwe ji vî bajarî da alî.
Min ne ji bo qenciyê, lê ji bo xerabiyê berê xwe da vî bajarî.’” Ev e gotina Xudan. “‘Wê ev bajar bikeve destê Padîşahê Babîlê û wê ew bajêr bişewitîne.’”
“Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Çawa ku hêrs û xezeba min bi ser şêniyên Orşelîmê ve rijiya, wê bi ser kesên herin Misrê ve jî birije. Hûnê bibin nifir û nalet, mijara saw û riswabûnê. Hûnê careke din vê derê nebînin.’
Wê rojê wê hêrsa min li dijî wan rabe. Ezê wan berdim û rûyê xwe ji wan veşêrim. Wê bên daqurtandin. Wê gelek xerabî û tengasî bên serê wan û wê rojê wê bêjin: ‘Ji ber ku Xwedayê me ne bi me re ye, ev xerabî têne serê me.’