22 Çawa ku nexşên ezmanan nayên hejmartin û sêlaka deryayê nayê pîvan, ezê ziriyeta Dawidê xulamê xwe û Lêwiyiyên ku ji min re xizmetê dikin wisa zêde bikim.’”
ezê te gelekî pîroz û bereket bikim. Ezê ziriyeta te bi qasî stêrên ezmanan, sêlaka ber deryayê zêde bikim. Wê ziriyeta te bajarên dijminên xwe ji xwe re bikin milk.
Xudan wiha dibêje: “Heke ezmanên li jor bên pîvan Û bingehên dinyayê yên li jêr bên lêkolandin, Wî çaxî ezê jî ziriyeta Îsraêl, Ji ber hemû tiştên ku kirine dev ji wan berdim.” Ev e gotina Xudan.
Wê rojê wê Xudan şêniyên Orşelîmê biparêze. Wê rojê wê kesê di nav wan de herî sist, wekî Dawid be. Mala Dawid jî wekî Xwedê be, wekî milyaketê Xudan be ku li pêşiya wan be.
“Lê dîsa jî hejmara Îsraêliyan wê wekî sêlaka deryayê be. Wê neyê hejmartin û pîvan. Li cihê ji wan re dihate gotin: ‘Hûn ne gelê min in’ wê ji wan re bê gotin: ‘Hûn zarokên Xwedayê Jîndar in.’
Wê ziriyeta te wekî toza erdê zêde bibe û hûnê ber bi rojava û rojhilat, ber bi bakur û başûr ve belav bibin. Wê hemû eşîrên li ser rûyê erdê bi te û bi ziriyeta te pîroz bibin.