26 Paşê ez hişyar bûm û min dît ku xewa min bi min şîrîn hat.
Çaxê Aqûb ji xew hişyar bû, ji xwe re got: “Bi rastî Xudan li vir e, lê haya min jê nebû.”
Zû rabûn, Dereng razan, Xema derbasiyê kirin, ji bo we pûç e. Çimkî Xudan, razayî be jî, dide heskiriyê xwe.
Ezê bi saya rastdariyê rûyê te bibînim, Gava hişyar bim, bi dîdara te têr bibim.
Tê bêtirs û saw razêyî, Tê xwe vezelînî û wê xew şîrîn be.