20 “Ma kurê min ê delal ne Efrayîm e? Ma kurê min ê şîrîn ne ew e? Tevî ku li dijî wî dibêjim, Ez wî ji bîra xwe dernaxim. Loma dilê min lê tê rehmê, Ezê esse li ber wî bikevim.” Ev e gotina Xudan.
Lê dilê jina ku zarokê wê sax e li ser zarokê wê dişewitî, ji padîşah re got: “Ezbenî ez di bextê te de me, zarokê sax bidin wê, tenê wî nekujin.” Lê ya din got: “Bila ne yê min be, ne jî yê te; bikin du şeq.”
“Dîsa jî Xudan disekine ku kerema xwe nîşanî we bide. Dîsa jî radibe ku rehma xwe nîşanî we bide. Çimkî Xudan, Xwedayê edaletê ye. Xwezî bi her kesê ku li benda wî ye.”
Bila kesê xerab dev ji riya xwe, Bila kesê neheq dev ji fikrên xwe berde. Bila ew li Xudan vegerin Ku ew li wan were rehmê. Bila ew li Xwedayê me vegerin, Çimkî wê bi zêdebarî bibexişîne.
Here, bi van gotinan gazî bakur bike û bibêje: “‘Ya Îsraêla çivanok vegere!’ Ev e gotina Xudan. “‘Êdî ezê bi hêrs li we nenêrim, Çimkî ez dilovan im’ Ev e gotina Xudan. “‘Ez nikarim hêrsa xwe her û her bidomînim.
“Min di dilê xwe de got: “‘Min çiqas dixwest ku te bi awayekî birûmet bixim nav kurên xwe! Welatê bi dilê her kesî, Mîrasa herî xweş a miletan bidim te.’ “Min wiha jî got: “‘Tê ji min re bêjî: Bavo! Û ji pey min neqetî.
Wê bi girî werin, Ezê rêberiya wan bikim û wê lava bikin. Ezê wan li ba newalên avê, Di riya rast a ku neterpilin de bimeşînim. Çimkî ez ji Îsraêl re bûm bav Û Efrayîm jî kurê min ê pêşî ye.
wî çaxî minê ziriyeta Aqûb û Dawidê xulamê xwe red bikira û ji ziriyeta wî tu kesî li ser ziriyeta Îbrahîm, Îshaq û Aqûb nekira serwer. Ezê esse wan vegerînim firehiya berê û li wan werim rehmê.”
Bi ser vê yekê jî, gava ew li welatê dijminan in, ezê wan red nekim. Ezê nefretê nekim ku wan telef bikim û peymana xwe ya ku min bi wan re çêkiriye bişikênim. Çimkî ez Xwedayê wan Xudan im.