19 Piştî ku ez ji riya rast averê bûm, ez poşman bûm, Piştî hişê min hate serê min, min li xwe xist. Ji ber riswatiya ciwaniya xwe Ez rezîl û şermezar bûm.’
Min got: “Ya Xwedayê min, ez rezîl û şermezar dibim. Ez nikarim, rûyê min tuneye berê xwe bidim te. Çimkî neheqiyên me ji qirikê borîn û sûcên me gihîştin ezmanan.
Divê em di nav şerma xwe de razên. Bila riswabûna me, me binixême. Çimkî ji xortaniya xwe heta niha, em û bavkalên me, me li dijî Xwedayê xwe Xudan guneh kir. Me guhdariya dengê Xwedayê xwe Xudan nekir.”
“Çimkî gelê Îsraêl û gelê Cihûda hê ji xortaniya xwe ve, tenê tiştên ku di çavê min de xerab e kirin. Gelê Îsraêl bi karên destê xwe, ji xeynî hêrskirina min tiştekî din nekir.” Ev e gotina Xudan.
“Ezê ruhê kerem û lavakirinê birijînim ser Mala Dawid û şêniyên Orşelîmê ku li min, li yê ku wan qul kirine binêrin. Wê mîna kesekî ku şîna kurê xwe yê tenê dike, şînê bikin. Wekî kesê ku ji bo kurê xwe yê pêşî êşê dikişîne, wê êşê bikişînin.
Lê yê bacgir ji dûr ve rawesta û nedixwest çavên xwe jî ber bi ezmên ve hilde; wî li singê xwe dixist û digot: ‹Ya Xwedê, li min gunehkarî were rehmê!›