Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yêremya 30:23 - Kurmanji Încîl

23 Va ye, bagera Xudan! Xezeba wî rabû! Bahoza dijwar rabû ku bi serê xeraban de biteqe.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yêremya 30:23
7 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Hê ku beroşên wan, agirê striyan nebihîstine, Çi terr û çi jî hişk, wê bi bagerê bipengizin.


Çaxê tirs û xof wekî bagerê bi ser we de bê, Felaketa we, wekî babelîskê bê, Tengasî û serêşî bi ser we de bê, Ezê tinazên xwe bi we bikim.


Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Va ye, bela ji miletan derbasî miletên din dibe, Ji binê dinyayê babelîska mezin radibe.”


Wê gavê wê ji vî gelî û ji Orşelîmê re bêjin: “Ji bilindciyên rût û tazî yên beriyê, bayê min ê şewatê bi ser gelê min ê delal ve were. Lê wê ne ji bo dêrandina bênderê û paqijkirinê were.


“Hemû rêwîno! Ma ev ji bo we ne tiştek e? Binêrin û bibînin Ka êş heye wekî êşa ket serê min, Ev êşa ku di roja hêrsa xwe ya dijwar de Xudan anî serê min.


Wê Xudan li ser wan xuya bike, Wê tîrê wî mîna brûskê bavêje. Wê Reb Xudan li boriyê bixe Û bi bagerên başûr bi pêşve here.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ