Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yêremya 30:11 - Kurmanji Încîl

11 Çimkî ez bi te re me ku te rizgar bikim.” Ev e gotina Xudan. “Tevî ku ez hemû miletên ku min tu li nav wan belav kirî, Bi tevahî biqedînim jî, Ezê te bi tevahî neqedînim. Ezê te bi pîvana adil terbiye bikim Û te bêceza nehêlim.”

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yêremya 30:11
29 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

“Here ji Dawid re bêje: ‘Xudan wiha dibêje: Ez sê xal datînim pêş te. Ji wan yekî hilbijêre ez wê bi te bikim.’”


Ya Xudan, bi hêrs li min nehêle! Bi xezebê min neyne rê.


Ez dilovaniya xwe nîşanî hezaran didim. Guneh, xerabî û neheqiyê dibexişînim. Ez kesê sûcdar bêceza nahêlim û hesabê xerabiya bavan ji kuran, ji kurê kuran, ji nifşê sisêyan û çaran dipirsim.”


Yê ku ji bo xwe Gunehên te xîş kir ez im, Ezê gunehên te bi bîr neyînim.


Hûn çiqas şêwra xwe bikin jî wê vala be. Heta dixwazin biaxivin, lê wê nebe. Çimkî Xwedê bi me re ye.


Wê li dijî te şer bikin, lê wê nikaribin te têk bibin. Çimkî ez bi te re me ku te rizgar bikim.” Ev e gotina Xudan.


Ji wan netirse. Çimkî ez bi te re me ku te rizgar bikim.” Ev e gotina Xudan.


Ya Xudan, min terbiye bike, Lê ne bi hêrsa xwe, bi pîvan terbiye bike, Yan na, tê min hêdî hêdî biqedînî.


Ezê te ji vî gelî re bikim sûrekî tûncîn. Wê li dijî te şer bikin, lê wê bi te nikaribin. Çimkî ez bi te re me ku te xilas û rizgar bikim.” Ev e gotina Xudan.


Çimkî Xudan wiha dibêje: “Wê tevahiya welêt wêran bibe, Lê ezê bi tevahî neqedînim.


“Bikevin nav rezên wî û xera bikin, Lê bi tevahî neqedînin. Guliyên wan jêkin û bavêjin, Çimkî ew ne yên Xudan in.


Gotina Xudan ev e: “Lê di wan rojan de jî ezê we bi tevahî neqedînim.


Dilovaniya Xudan bêdawî ye, Rehma wî qet naqede.


Ezê hêrsa xwe ya dijwar bi ser we de neşînim, Ezê ji nû ve Efrayîm helak nekim. Çimkî ez Xwedê me, ne mirov im. Ez di nav we de Yê Pîroz im. Êdî ezê bi xezebê neyêm.


Bi ser vê yekê jî, gava ew li welatê dijminan in, ezê wan red nekim. Ezê nefretê nekim ku wan telef bikim û peymana xwe ya ku min bi wan re çêkiriye bişikênim. Çimkî ez Xwedayê wan Xudan im.


«Va ye, keçik wê bizaro bibe û ewê kurekî bîne. Û wê navê wî Îmanûêl deynin» ku bê wergerandin: «Xwedê bi me re ye.»


hemû tiştên ku min li we emir kirine, hînî wan bikin, da ku pêk bînin. Va ye, ez herdem heta dawiya dinyayê bi we re me.»


Çimkî ez bi te re me û tu kes destê xwe dirêjî te nake ku te biêşîne. Ji ber ku li vî bajarî gelek gelê min heye.»


Çimkî Xwedayê we Xudan, Xwedayê dilrehm e. Ew we bernade û helak nake. Wê peymana ku bi sond ji bav û kalên we re kiriye ji bîr neke.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ