8 Wê dît ku ji ber fahîşetiya Îsraêla çivanok, min ew berda û nivîsa jinberdanê dayê. Lê Cihûdaya xwişka wê ya bêbext dîsa netirsiya. Ew jî rabû çû ku zinayê bike.
Xudan wiha dibêje: “Ka ew nivîsa jinberdanê? Ka yê ku min diya we pê berda? Min hûn firotin kîjan deyndarê xwe? Va ye hûn ji ber xerabiyên xwe hatin firotin, Ji ber serhildanên we diya we hat berdan.
Wê xerabiya te, te terbiye bike, Wê çivanokiya te erzê te bide şikandin. Bizane û bibîne, Xwedayê xwe Xudan berdan, Tiştekî xerab û tehl e. Tirsa min li ba te tuneye.” Ev e gotina Reb Xudanê Karîndar.
“Heke zilamek jina xwe berde Û jina wî here, bi kesekî din re bizewice, Ma ew zilam wê careke din vegere ba wê? Gelo ev yek wê welêt bi tevahî qirêj neke? Te bi gelek yaran re fahîşetî kir Û tu dixwazî vegerî ba min?!” Ev e gotina Xudan.
“Ez çima te bibexişînim? Kurên te dev ji min berda Û bi îlahan sond xwar ku ne Xwedê ne. Gava min ew têr kirin, wan zina kir. Ew ref bi ref çûn malên fahîşeyan.
“Bifikire ku zilamek jinekê ji xwe re bistîne û pê re bizewice, lê tiştekî nebaş bibîne, êdî jê hez neke û ji ber vê yekê jê re nivîsa jinberdanê binivîse, bixe destê wê, ji mala xwe derxe