Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yêremya 3:24 - Kurmanji Încîl

24 “Lê ji xortaniya me û vir ve, wan pûtên şermezar, tevahiya keda bav û kalên me, pez û dewar, kur û keçên wan xwarin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yêremya 3:24
12 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Cihûdayîno! Bi qasî hejmara bajarên we, îlahên we hene. Bi qasî hejmara kuçeyên Orşelîmê, we gorîgeh çêkirin ku ji wî îlahê jê tê şermkirin, ango ji Baal re, bixûrê pêxin.’


Gava tu di bêxemiyê de bûyî, Ez bi te re peyivîm, Lê te digot: ‘Ez guh nadim.’ Ji ciwaniyê ve tu wiha bûyî, Te guhdariya dengê min nekir.


“Loma Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Çima hûn vê belaya mezin tînin serê xwe?! Ji bo çi wê jin û mêr, zarok û berşîr li Cihûdayê helak bibin û kesek ji we sax nemîne?!


Ji Danê firefira hespên dijminan tê bihîstin, Dengê hîrîna hespên wan ên zor tevahiya welêt dilerizîne. Ew tên ku welat û hemû tiştên tê de, Bajar û şêniyên wî daqurtînin.”


Bila bilezînin û şîna me bikin Ku hêsir ji çavê me werin xwarê Û ji bijangên me av biherike.


Herwiha wê ew pût, Ji padîşahê mezin re wekî diyarî, Ji Aşûrê re bê şandin. Wê bibe şerma Efrayîm, Îsraêl ji ber şîreta xwe, wê şerm bike.


Lê wê nizanibû ku min ev tişt dabûn wê; Dexil, şerab û rûnê zeytê. Min bi têra xwe zîv dabû wê, Wê jî ew zêr pêşkêşî Baal kir.


“Min Îsraêl li çolê wek weşiyeke tirî dît, Bav û kalên we wekî berê pêşî yê darhejîrê dît. Lê ew hatin Baal-Peorê û xwe spartin tiştê şermê, Bi qasî tiştê ku jê hez dikirin kirêt bûn.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ