21 Ji ser bilindciyên rût û tazî dengek tê bihîstin, Girî û lavakirina gelê Îsraêl. Çimkî ew ji riya xwe xwarovîçko bûn. Wan Xwedayê xwe Xudan ji bîr kir.
Ma tu ji kê tirsiyayî û ketî nava mitalan Ku tu derewan dikî? Ma tu çawa min bi bîr nayînî Û vê yekê naxî dilê xwe? Gelo ji ber ku ez demeke dirêj hiş bûm, Tu ji min natirsî?
Bi ser hemû bilindciyên rût û tazî yên beriyê ve Xerabkar hatin. Ji seriyekî welêt heta seriyê din, Şûrê Xudan dixwe. Wê ji hemû beşerê re aştî tunebe.
Lê gelê min ez ji bîr kirim, Wan ji îlahan re bixûr pêxist. Ew li ser riyên xwe yên kevin Ku herin ba îlahan terpilîn. Ew ne li ser riyên mezin, Lê li ser şiverêyan meşiyan.
“Çavê xwe bide bilindciyên rût û tazî û binêre, Ma cihek maye ku li wir bi te re ranezabin? Tu ji bo wan wekî bedewiyekî çolê, Li ber riyan rûniştî. Te bi fahîşetî û xerabiyên xwe welat qirêj kir.
Wê bi girî werin, Ezê rêberiya wan bikim û wê lava bikin. Ezê wan li ba newalên avê, Di riya rast a ku neterpilin de bimeşînim. Çimkî ez ji Îsraêl re bûm bav Û Efrayîm jî kurê min ê pêşî ye.
Îsraêl Afirînerê xwe ji bîr kir. Ji xwe re qesir çêkirin. Cihûda bajarên bisûr zêde kirin. Lê ezê êgir bi ser bajarên wan de bibarînim. Ev agir wê bircên wan daqurtîne û tune bike.”