2 “Çavê xwe bide bilindciyên rût û tazî û binêre, Ma cihek maye ku li wir bi te re ranezabin? Tu ji bo wan wekî bedewiyekî çolê, Li ber riyan rûniştî. Te bi fahîşetî û xerabiyên xwe welat qirêj kir.
Tamarê cilên xwe yên jinebîtiyê derxistin. Wê şalika xwe nixamt û li ber deriyê Eynayîma ser riya Tîmnayê rûnişt. Çimkî wê dît ku Şêla mezin bûye û wê bi jinîtî jê re nabin.
Padîşah bilindciyên perizînê yên li rojhilatê Orşelîmê, li milê rastê yê Çiyayê Hammaşxîtê, ji bo kirêta îlaha Eştoreta Saydayiyan, kirêtê îlahê Kemoşê Moaviyan, kirêtê îlahê Molekê Emmoniyan ku ji aliyê Silêmanê Padîşahê Îsraêlê ve hatibûn çêkirin, qirêj kirin.
Bi ser hemû bilindciyên rût û tazî yên beriyê ve Xerabkar hatin. Ji seriyekî welêt heta seriyê din, Şûrê Xudan dixwe. Wê ji hemû beşerê re aştî tunebe.
“Çimkî dema berê te nîrê xwe şikand Û benên xwe qetandin. Te got: ‘Ez xulamiyê nakim.’ Tu li ser her girê bilind Û li bin her dara şîn, Razayî û fahîşetî kir.
“Tu çawa dikarî bêjî: ‘Ez qirêj nebûm, Ez li pey Baalan neketim?’ Tu li riya xwe a li newal binêre, Bizanibe ka te çi kir. Tu deveya ciwan a eware û lingsivik î.
“Heke zilamek jina xwe berde Û jina wî here, bi kesekî din re bizewice, Ma ew zilam wê careke din vegere ba wê? Gelo ev yek wê welêt bi tevahî qirêj neke? Te bi gelek yaran re fahîşetî kir Û tu dixwazî vegerî ba min?!” Ev e gotina Xudan.
Tenê sûcê xwe qebûl bike. Te li dijî Xwedayê xwe Xudan serî hilda. Te li bin her dara şîn, Hezkirina xwe bi îlahên xerîb re belav kir. Te guhdariya dengê min nekir.’” Ev e gotina Xudan.
Ji ser bilindciyên rût û tazî dengek tê bihîstin, Girî û lavakirina gelê Îsraêl. Çimkî ew ji riya xwe xwarovîçko bûn. Wan Xwedayê xwe Xudan ji bîr kir.
“Divê hûn hemû derên perizînê yên miletên hûnê biqewitînin, tune bikin. Hûnê hemû derên xulamiya îlahên wan; çi li serê çiyayên bilind, çi li ser giran, çi jî li bin her dara pelgur, tune bikin.