Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yêremya 3:16 - Kurmanji Încîl

16 Gotina Xudan ev e: “Çaxê hûn li welêt zêde û berdar bûn, di wan rojan de, wê gel êdî nebêje: ‘Sindoqa Peymana Xudan.’ Wê nekeve hişê wan û neyê bibîranîn. Wê neyê bêrîkirin û dîsa neyê çêkirin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yêremya 3:16
24 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Wê malbata biçûk hezar kes be, Ya herî biçûk wê bibe miletekî hêzdar. Ez Xudan, gava wext hat, Ezê zûka pêk bînim.”


Wê xirbeyên qedîm ava bikin, Wêraneyên salên berê dîsa çêkin. Wê bajarên ku xera bûne, Wêraneyên nifş bi nifş mane nû bikin.


“Çimkî, va ye, ez ezmanekî nû Û erdekî nû diafirînim. Wê tiştên berê neyên bibîranîn û neyên ser hişan.


Wê demê wê ji Orşelîmê re bêjin: ‘Textê Xudan.’ Wê hemû milet li wir, bi xatirê navê Xudan li Orşelîmê bicivin û êdî wê nedin pey hişkiya dilê xwe yê xerab.


Wê dengê ken û şahiyê ji nav wan bê. Ezê wan zêde bikim, wê kêm nebin, Ezê wan rûmet bikim, wê neyên kêmdîtin.


Gotina Xudan ev e: “Va ye roj tên ku ezê Mala Îsraêl û Mala Cihûda bi tovê mirovan û tovê heywanan bajom.


Va ye ezê wan ji herêma bakur bînim Û ji binê dinyayê bidim hev. Di nav wan de wê kor û kulek, Jina bizaro û jina ku niha zarokan tîne, Wê bi hev re, wekî komeke mezin vegerin vir.


Ew dibêjin: Ev e Perestgeha Xudan! Perestgeha Xudan! Perestgeha Xudan! Lê xwe nespêrin van gotinên derewîn.


“Va ye, ezê emir bikim û Mala Îsraêl Di nav hemû miletan de bihejînim. Ezê wekî bêjingê bihejînim, Lê wê libek jê nekeve erdê.


Tê wê rojê ji ber tevahiya karên xwe Yên te li dijî min kirine, şerm nekî. Çimkî ezê kesên bi pozbilindiyê şahiyê dikin, Wê gavê ji nav te rakim. Êdî tê careke din Li çiyayê min ê pîroz qure nebî.


Û Yoşiya jî bavê Yexonya û birayên wî bû, ku di dema sirgûnbûna Babîlê de çêbûn.


Ji xwe re nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye.› Çimkî ez ji we re dibêjim ku Xwedê dikare ji van keviran jî zarokan ji Birahîm re rake!


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ