13 Tenê sûcê xwe qebûl bike. Te li dijî Xwedayê xwe Xudan serî hilda. Te li bin her dara şîn, Hezkirina xwe bi îlahên xerîb re belav kir. Te guhdariya dengê min nekir.’” Ev e gotina Xudan.
Xudan li ser vî gelî wiha dibêje: “Wan ji gerê hez kir Û ji lingê xwe re nebûn asteng. Loma Xudan ji wan ne razî ye, Niha wê neheqiyên wan bi bîr bîne, Wê ji ber gunehên wan, ceza bike.”
“Çimkî dema berê te nîrê xwe şikand Û benên xwe qetandin. Te got: ‘Ez xulamiyê nakim.’ Tu li ser her girê bilind Û li bin her dara şîn, Razayî û fahîşetî kir.
“Çavê xwe bide bilindciyên rût û tazî û binêre, Ma cihek maye ku li wir bi te re ranezabin? Tu ji bo wan wekî bedewiyekî çolê, Li ber riyan rûniştî. Te bi fahîşetî û xerabiyên xwe welat qirêj kir.
Divê em di nav şerma xwe de razên. Bila riswabûna me, me binixême. Çimkî ji xortaniya xwe heta niha, em û bavkalên me, me li dijî Xwedayê xwe Xudan guneh kir. Me guhdariya dengê Xwedayê xwe Xudan nekir.”
Di rojên Yoşiyayê Padîşah de Xudan ji min re got: “Ma te ya ku Îsraêla keçika çivanok kir dît? Derket serê her girê bilind û çû bin her dara şîn û fahîşetî kir.
“Divê hûn hemû derên perizînê yên miletên hûnê biqewitînin, tune bikin. Hûnê hemû derên xulamiya îlahên wan; çi li serê çiyayên bilind, çi li ser giran, çi jî li bin her dara pelgur, tune bikin.