Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yêremya 27:8 - Kurmanji Încîl

8 “‘Heke milet û padîşahî xizmeta Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê neke û stûyê xwe nexe bin nîrê wî, heta ku ez qedandina wan bi destê wî tînim, ezê wî miletî bi şûr, kul û xelayê ceza bikim.’” Ev e gotina Xudan.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yêremya 27:8
15 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Heta ku ew ji ser axa ku min da wan û bav û kalên wan bi tevahî tune bin, ezê şûr, kul û xelayê bînim ser wan.’”


va ye ezê bişînim pey hemû miletên bakur.” Ev e gotina Xudan. “Ezê bişînim pey xulamê xwe Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê jî û wan li dijî vî welatî, hemû şêniyên wî û hemû miletên derdorê rakim. Ezê wan bi tevahî tune bikim. Ezê wan bikim mijara sawê û fîkandinê. Wê bibe xirbeyeke herheyî.


Lê ezê her miletê ku wê stûyê xwe bixe bin nîrê Padîşahê Babîlê û xulamiya wî bike, li ser welatê wî bihêlim. Wê ew milet axa xwe bajo û lê bimîne.’” Ev e gotina Xudan.


Jixwe Xudan ji her miletê ku xulamiya Padîşahê Babîlê nake re gotiye. Ma tu û gelê xwe hûnê bi şûr, kul û xelayê çima bimirin?!


Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: Min nîrê hesin xist stûyê van hemû miletan ku xulamiya Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê bikin. Wê esse jê re xulamiyê bikin. Min heywanên çolê jî dan wî.’”


Ezê Yehoyaxînê kurê Yehoyaqîmê Padîşahê Cihûdayê û hemû sirgûniyên Cihûdayî yên ku çûne Babîlê dîsa vegerînim.’ Ev e gotina Xudan. ‘Çimkî ezê nîrê Padîşahê Babîlê bişikênim.’”


Erê, Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Va ye! Ezê şûr, kul û xelayê bînim ser wan. Ezê wan bikim wekî hejîrên riziyayî ku ji xerabûnê nayên xwarin.


Ezê bi şûr, kul û xelayê li pey wan bikevim ku di nav hemû padîşahiyên dinyayê de bibin mijara sawê. Di nav hemû miletên ku min ew sirgûn kirin de, wê bibin nalet, mijara saw û riswabûneke ku mirov lê bifîkînin.


Gedalyayê kurê Ahîqamê kurê Şafan ji wan û zilamên wan re sond xwar û got: “Ji xulamiya Kildaniyan netirsin. Li welêt rûnin, xulamiya Padîşahê Babîlê bikin û wê qencî bi we bê kirin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ