7 Wê hemû milet jê re, ji kurê wî re û ji kurê kurê wî re xulamiyê bikin, helbet heta roja welatê wî jî were. Piştre wê gelek milet û padîşahên mezin wî bikin koleyê xwe.
‘Wê ev taxim herin Babîlê û heta roja ku ezê bala xwe bidim wan, wê li wir bimînin.’” Ev e gotina Xudan. “‘Wê gavê ezê wan derxim û vegerînim vî cihî.’”
Gava Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê bi tevahiya artêşa xwe, bi hemû padîşahiyên dinyayê û bi hemû gelên di bin serweriya destê wî de li dijî Orşelîmê û bajarên derdora wê şer dikir, ev gotin ji Xudan ji Yêremya re hat:
Xudan wiha dibêje: “‘Çawa min Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê teslîmî destê dijminê wî Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê kir ku li pey kuştina wî bû, ezê Hofrayê Firewnê Misrê jî wisa teslîmê destê dijminên wî bikim ku li pey kuştina wî ne.’”
Di sî û heft saliya sirgûnbûna Yehoyaxînê Padîşahê Cihûdayê de, di roja bîst û pêncê meha duwanzdehan de, Ewîl-Merodakê Padîşahê Babîlê li ber Yehoyaxîn ket û ew ji girtîgehê berda. Wê salê ew bûbû padîşah.
Ji ber ku te gelek milet talan kirin, Her kesê ji wan sax mane jî, Wê te talan bikin. Çimkî te xwîn rijand. Te zordarî li welat, bajar û şêniyên wan kir.
Hingê milyaketê diduyan li pey wî hat û got: «Hilweşiya! Ew Babîla mezin ya ku ji şeraba fuhûşiya xwe ya har bi hemû miletan daye vexwarin, hilweşiya.»