22 ‘Wê ev taxim herin Babîlê û heta roja ku ezê bala xwe bidim wan, wê li wir bimînin.’” Ev e gotina Xudan. “‘Wê gavê ezê wan derxim û vegerînim vî cihî.’”
Ezê hemû dewlemendiya vî bajarî, hemû hatina wî, tiştên wî yên hêja û xezîneyên padîşahên Cihûdayê bidim destê dijminên wan. Wê wan talan bikin û bibin Babîlê.
Wê hemû milet jê re, ji kurê wî re û ji kurê kurê wî re xulamiyê bikin, helbet heta roja welatê wî jî were. Piştre wê gelek milet û padîşahên mezin wî bikin koleyê xwe.
“Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Here, ji Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê re bêje: Xudan dibêje: Ezê vî bajarî bidim destê Padîşahê Babîlê û wê wî bişewitîne.
Tê jî, ji destê wî nefilitî. Tê esse bêyî girtin û wê te bidin destê wî. Wê çavê te bi çavê Padîşahê Babîlê bikeve û tê pê re rû bi rû bipeyivî. Tê herî Babîlê.
Tê di aştiyê de bimirî. Çawa ku ji bo bav û kalên te yên ku padîşahên beriya te bûn, agir hat pêxistin, wê ji bo te jî êgir pêxin. Wê şîna te bikin û bêjin: Ax xweyê me!’” Ev e gotina Xudan. “‘Ez Xudan vê dibêjim.’”
Te li hember Rebê Ezmanan xwe mezin kir. Firaxên Perestgeha wî anîn ba te, te û giregirên te, jin û cariyeyên te, we bi wan şerab vexwar. We pesnê îlahên zîvîn, zêrîn, tûncîn, kevirîn, darîn û ji hesin da û we rûmet neda Xwedê. Xwedayê ku hilma te di destê wî de ye û bi hemû riyên te dizane.
Di yeksaliya padîşahiya wî de ez Daniyêl min ji Nivîsên Pîroz fêm kir ku li gorî gotina Xudan ku ji Yêremyayê Pêxember re hatibû, wê wêranbûna Orşelîmê heftê salan berdewam bike.