15 Çimkî gotina Xudan ev e: ‘Min ew neşandine. Ew bi navê min pêxemberiya derewîn dikin. Encama wê pêxemberiyê ev e: Ezê we bajom û hûnê tevî pêxemberên ku ji we re pêxemberiyê dikin, tune bibin.’”
Wî çaxî Xudan ji min re got: “Pêxember bi navê min pêxemberiya derewîn dikin. Min ew neşandine, min li wan emir nekiriye û min ji wan re negotiye. Tiştên ji we re dibêjin dîtiniyên derewîn, remildarî, pûtperestiya vala û hîlekariya dilê wan bixwe ye.”
Paşxûro! Tu û hemû mala te, hûnê jî herin sirgûnê. Tu û hemû dostên te ku te ji wan re pêxemberiya derewîn kiriye, hûnê herin Babîlê, li wir bimirin û bên veşartin.’”
Loma Xudanê Karîndar li dijî pêxemberan wiha dibêje: “Ezê giyayê tehl bi wan bidim xwarin Û ava jehrî bi wan bidim vexwarin. Çimkî ji pêxemberên Orşelîmê Xwedênenasî li seranserê welêt belav bû.”
‘Va ye, wê hemû jinên li qesra Padîşahê Cihûdayê mane bibin ba fermandarên Padîşahê Babîlê û wê ew jin ji te re bêjin: “‘Mirovên tu bi wan ewle yî, Tu xapandî û tu têk birî. Ji ber ku niha lingên te ketin nav heriyê, Ew zivirîn û çûn.’
Û cenawir û pêxemberê derewîn bi wî re, bi hêsîrtî hatin girtin. Pêxemberê derewîn ew bû ku li ber cenawir nîşanên mezin dikirin û bi wan nîşanan ew ên ku deqa cenawir distandin û ji sûretê wî re diçûn ser çokan, dixapandin. Ev herduyên ha sax hatin avêtin nav gola êgir a ku bi kewkurtê dişewite.