12 Min tevahiya van gotinan ji Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê re got: “Stûyê xwe bixin bin nîrê Padîşahê Babîlê. Xulamiya wî û gelê wî bikin ku hûn sax bimînin.
Tê mîrasa ku min daye te bi destê xwe winda bikî, Ezê li welatê tu pê nizanî te ji dijminên te re bikim kole. “Çimkî we hêrsa min pêxist ku her û her dişewite.”
Hemû kesên li vî bajarî bimînin, wê bi şûr, kul û xelayê bimirin. Lê kesê here teslîmî Kildaniyên dor li bajêr dipêçe bibe, wê sax bimîne. Wê canê wî jê re bibe malê talên.
“‘Heke milet û padîşahî xizmeta Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê neke û stûyê xwe nexe bin nîrê wî, heta ku ez qedandina wan bi destê wî tînim, ezê wî miletî bi şûr, kul û xelayê ceza bikim.’” Ev e gotina Xudan.
Wê salê, di destpêka padîşahiya Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê de, di meha pêncan a sala çaran de, Hananyayê Pêxember ê kurê Ezzûrê Gîvonî, li Mala Xudan, li ber kahin û tevahiya gel ji min re got:
Wî çaxî Yêremya ji Sîdqiya re got: “Xwedayê Îsraêl, Xwedayê Karîndar Xudan wiha dibêje: ‘Heke tu bi xwe herî ba fermandarên Padîşahê Babîlê, tê bijî û wê ev bajar jî neşewite. Tu û mala xwe hûnê sax bimînin.