11 Lê ezê her miletê ku wê stûyê xwe bixe bin nîrê Padîşahê Babîlê û xulamiya wî bike, li ser welatê wî bihêlim. Wê ew milet axa xwe bajo û lê bimîne.’” Ev e gotina Xudan.
Hemû kesên li vî bajarî bimînin, wê bi şûr, kul û xelayê bimirin. Lê kesê here teslîmî Kildaniyên dor li bajêr dipêçe bibe, wê sax bimîne. Wê canê wî jê re bibe malê talên.
Min tevahiya van gotinan ji Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê re got: “Stûyê xwe bixin bin nîrê Padîşahê Babîlê. Xulamiya wî û gelê wî bikin ku hûn sax bimînin.
“‘Heke milet û padîşahî xizmeta Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê neke û stûyê xwe nexe bin nîrê wî, heta ku ez qedandina wan bi destê wî tînim, ezê wî miletî bi şûr, kul û xelayê ceza bikim.’” Ev e gotina Xudan.
“Xudan wiha dibêje: ‘Kesê ku li vî bajarî bimîne wê bi şûr, kul û xelayê bimire. Lê kesê ku here ba Kildaniyan wê sax bimîne. Wê canê wî jê re bibe malê talên û wê bijî.’