8 Dibe wekî dara li ber avê hatiye danîn Û li devê avê koka xwe berdide. Ew ji kelakela germê natirse, pelên wê şîn dimînin. Di sala xelayê de mitale nake, ji fêkîdayînê namîne.”
Wê Xudan hergav rê nîşanî we bide, Li erdên ziwa canê we têr bike, Hestiyên we asê bike Û hûnê bibin wekî bexçeyeke avî, Hûnê bibin wekî kaniyeke ku ava wê naçike.
Alîkariya şîndarên Siyonê bikim Di şûna xweliyê de, tacê deynim serê wan, Di şûna şînê de, rûnê şahiyê bidim wan Û di şûna ruhgiraniyê de, cilê pesindanê bidim wan. Wê ji wan re darberûyên rastiyê bê gotin, Şaxên ku Xudan danîne Ku berziya wî nîşan bidin.