27 Lê heke hûn guh nedin min, di Roja Septê de bar di dergehên Orşelîmê re derbas bikin û Roja Septê pîroz nehesibînin, ezê êgir bi dergehên bajêr bixim. Wê agir qesrên Orşelîmê daqurtîne û netefe.’”
Ji ber ku wan dev ji min berda, ji îlahan re bixûr pêxistin û bi kirinên destên xwe ez hêrs kirim, wê li dijî vê derê agirê xezeba min a dijwar rabe û netefe.’
Lê gotina Xudan ev e: “‘Heke hûn baş guh bidin min, Roja Septê di dergehên vî bajarî re bar derbas nekin, qet kar nekin û bi vî awayî Roja Septê pîroz bihesibînin,
Tê mîrasa ku min daye te bi destê xwe winda bikî, Ezê li welatê tu pê nizanî te ji dijminên te re bikim kole. “Çimkî we hêrsa min pêxist ku her û her dişewite.”
Ya Mala Dawid, Xudan wiha dibêje: “‘Her sibe edaletê pêk bînin, Kesê hatiye şelandin ji destê zordaran rizgar bikin. Yan na, ji ber xerabiya karên we Wê xezeba min wekî êgir rabe û bişewitîne. Wê kesê bitefîne tunebe.
Wê Kildanî bên, li dijî vî bajarî şer bikin û bajêr bidin ber êgir. Wê bajêr tevî xaniyên ku wan li ser wan ji Baal re bixûr pêxist, pêşkêşiyên rijandinê ji îlahan re dan û ez hêrs kirim, bişewitînin.
“Loma Reb Xudan wiha dibêje: ‘Va ye, ezê li vê derê, bi ser mirovan, heywanan, darên çolê û berê axê ve hêrs û xezeba xwe birijînim. Wê bişewitîne û netefe.’
Wî malika xwe wekî malika bexçeyê rakir, Wî meskenê xwe rakir. Xudan li Siyonê cejn û Sept dan jibîrkirin. Bi xezeba xwe ya dijwar, Padîşah û kahin red kirin.
Îsraêl Afirînerê xwe ji bîr kir. Ji xwe re qesir çêkirin. Cihûda bajarên bisûr zêde kirin. Lê ezê êgir bi ser bajarên wan de bibarînim. Ev agir wê bircên wan daqurtîne û tune bike.”
Hay ji xwe hebin û yê ku dipeyive red nekin. Ew ên ku dengê wî yê ku ew li ser erdê hişyar kirin, red kirin, xilas nebûn. Îcar, eger em berê xwe ji wî yê ku ji ezmanan dibêje badin, em hê bêtir nikarin xilas bibin.