20 û ji wan re bêje: ‘Ya padîşahên Cihûdayê! Ya hemû gelê Cihûda û hemû şêniyên Orşelîmê yên ku di van dergehan re dikevin hundir, gotina Xudan bibihîzin!
Bêje: ‘Ya padîşahên Cihûdayê û şêniyên Orşelîmê! Gotina Xudan bibihîzin! Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: Ezê belayeke wisa bînim serê vê derê ku wê guhên her kesê wê bibihîze bike çingînî.
Çimkî wan dev ji min berda û ev der kir welatekî xerîb. Wan ji îlahên xerîb re bixûr pêxist ku ne wan, ne bav û kalên wan, ne jî padîşahên Cihûdayê nas kir. Bi ser de wan ev der bi xwîna mirovên bêsûc dagirt.
Bêje: ‘Ya Padîşahê Cihûdayê ku li ser textê Dawid rûdine! Tu, gel û xulamên te, hûn hemû kesên di van dergehan de dikevin hundir, gotina Xudan bibihîzin!
“Ya kahinno, guh bidin vê yekê! Ya Mala Îsraêl, baş guhdarî bikin! Ya kesên li qesra padîşah bibihîzin! Çimkî ev hikim li ser we ye. Hûn li Mîspayê bûn dafik, Li Çiyayê Tavorê bûn toreke raxistî.
Ya çêlekên Başanê yên li Çiyayê Sameryayê, Guh bidin vê gotinê! Ya jinên ku zordariyê li belengazan dikin, hejaran diperçiqînin Û ji mêrên xwe re dibêjin: “Bîne, em vexwin!”