18 Bila kesên li pey min şerm bikin, lê min nede şermê, Bila ew bişikên, lê ez neşikêm. Roja belayê bi ser wan de bîne, Wan bi şikandina du qatî bişikîne.
“Tê ji wan re vê gotinê bêjî: “‘Bila çavên min, Şev û roj hêsiran bibarîne û nesekine. Çimkî gelê min, keça min a xama, Şikestina mezin xwar Û bi giranî birîndar bû.
Ezê pêşî du qat bergîdana neheqî û gunehên wan bidim wan. Çimkî wan bi îlahên xwe yên bêrûh û dilqelêq, welatê min mirdar kir, milkê min bi kirêtiyên xwe tije kir.
Ya Xudan, ya hêviya Îsraêl! Her kesên tu berdayî, wê şerm bikin. Kesên ji te dizivirin, wê li bin axê bên nivîsandin. Çimkî wan Xudanê kaniya ava jiyanê berda.
Lê Xudan wekî şervanekî dijwar bi min re ye. Loma wê kesên li pey min biterpilin û bi ser nekevin. Ji ber ku ew bi ser nekevin, wê gelekî şermezar bibin. Wê rezîlbûna wan her û her neyê jibîrkirin.
Ya Xudan, hemû hebûna wî bereket bike Û ji karên destê wî razî be. Tu pişta kesên li dijî wî radibin Û jê nefret dikin bişikêne Ku careke din, ranebin ser xwe.”