15 Va ya, ji min re wiha dibêjin: “Ka gotina Xudan li ku ye? De pêk were!”
Ew dibêjin: “Bila ew bilezîne, karê xwe zû biqedîne ku em bibînin. Bila pîlana Pîrozê Îsraêl nêzîk bibe û were ku em bibînin.”
Wey li wan kesên li benda roja Xudan in! Gelo hûn çima roja Xudan dixwazin? Ew ne ronahî ye, tarî ye.
We bi gotinên xwe Xudan aciz kir. Lê hûn dibêjin: “Me çawa ew aciz kir?” We bi van gotinan aciz kir: “Her kesê xerabiyê dike di çavê Xudan de qenc e. Dilê wî bi wî kesî xweş e.” Bi ser de we ev jî got: “Ka Xwedayê edaletê?”