11 Kewa li ser hêkên ku nekiriye rûnê çawa be, Kesê bi neheqî dewlemendî bi dest xistiye jî wisa ye. Ew di nîvê emrê wî de, wî berdide Û di dawiyê de ehmeq xuya dibe.
Loma ezê jinên wan bidim kesên din Û zeviyên wan bidim dagirkeran. Çimkî ji biçûkan heta mezinan, Çavê her kesî li ser qezenca neheq e. Ji pêxemberan heta kahinan, hemû hîlekar in.
Herdu destên wan ji bo karên xerab jêhatî ne! Serek diyarî, dadger jî bertîl dixwaze, Mezin ya ku dixwazin didin kirin. Bi vî awayî edaletê xera dikin.
Gotina Xudan ev e: ‘Ezê bikim ku ew bikeve. Wê bikeve mala kesê dizek û kesê li ser navê min sonda derewîn dixwe. Wê li ser vê malê bimîne û tevî dar û kevirê wê, wê tevahiya malê telef bike.’”
“Ji bo dîwanê ezê nêzîkî we bibim. Ezê li dijî sêrbazan, zinakaran, sondxwarên derewîn, li dijî kesên ku zordariyê li karker, jinebî û sêwiyan dikin, kesên neheqiyê li dijî xerîban dikin û li dijî kesên ji min natirsin, yekser bibim şahid” Xudanê Karîndar dibêje.
«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hûn durûno! Hûn Padîşahiya Ezmanan li ber mirovan digirin. Hûn bi xwe nakevinê û ne jî hûn dihêlin ên ku dixwazin bikevinê, derbas bibin.
Lê ew ên ku dixwazin dewlemend bibin, dikevin ceribandinê, xefikê û pey gelek xwestekên bêhiş û ziyanker, yên ku mirov dixewirînin nav helakbûn û wêranbûnê.