9 Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Va ye ezê li vir dengê şahiyê, dengê şabûnê û dengê bûk û zavê di saxiya we de û li ber çavê we biqedînim.’
Agir xortên wan xwar, Strana dîlanê ji keçên wan re nehat gotin.
Ezê dengê kêf û şahî, dengê bûk û zavê, dengê destêr û ronahiya qendîla wan tune bikim.
Ezê li bajarên Cihûdayê û kuçeyên Orşelîmê dengê kêf û şahiyê, dengê bûk û zavê nehêlim. Çimkî wê welat wêran bibe.’”
Ezê dawî li tevahiya şabûnê wê, Cejnên wê yên Heyva Nû û Rojên Septê, Tevahiya cejnên wê yên kifşkirî, bînim.