Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yêremya 16:7 - Kurmanji Încîl

7 Wê tu kes ji bo dilşikestiyan nên qet neke û şîniyan teselî neke. Wê tu kes kasa teseliyê nede kesê ku dê û bavê wî miriye.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yêremya 16:7
8 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Hemû xwişk, bira û nasên wî yên berê hatin ba wî. Li mala wî, wan pê re xwarin xwar. Wan êşa wî parve kir û ji ber hemû belayên ku Xudan anîn serê wî, ew teselî kir. Her yekî perçeyek zîv û gustîleke zêrîn dan wî.


Îcar ez zivirîm û min li hemû zilm û zordariyên li ser rûyê erdê tên kirin nihêrî. Min hêsirên bindestan dîtin, Kesê ku dilê wan aş bike tuneye. Hêz li aliyê zordaran e, Kesê ku li ber dilê wan dide tuneye.


Ji bo kesê mirî negirîn û şînê nekin, Lê ji bo kesê bi rê bikeve bi dilşewatî bigirîn. Wê careke din venegere û welatê xwe nebîne.


Qirêjiya wê bi dawa wê ve ye, Li ser dawiya xwe nefikirî. Ketina wê şaş û metel hişt Û tu teselîkarê wê tunebû. Dibêje: “Ya Xudan! Tengasiya min bibîne, Çimkî dijminê min bi ser ket!”


Wê pêşkêşiyên şerabê ji Xudan re nerijînin, Wê qurbanên wan wî razî nekin. Pêşkêşiyên wan bibe wek nanê şînê Ku kesê bixwe nepak bibe. Wê nanê wan tenê zikê wan têr bike; Ew nan wê nekeve Mala Xudan.


Gava ez di şînê de bûm min jê nexwar, gava ez qirêjî bûm min jê dernexist. Min ji miriyan re jî pêşkêş nekir. Çawa ku te li min emir kir, min kir. Min guh da dengê Xwedayê xwe Xudan.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ