4 “Wê bi nexweşiyên mirinê bimirin û wê tu kes şîna wan neke. Wê neyên veşartin û li ser axê bibin zibil. Wê bi şûr û xelayê biqedin. Wê cendekên wan ji teyrên ezmanan û heywanên çolê re bibin xurek.”
Wê hemûyan ji teyrên dirinde yên çiyayan Û heywanên erdê re bihêle. Wê teyrên dirinde li ser wan havînê biborînin Û hemû heywanên erdê li ser wan zivistanê derbas bikin.
Loma hêrsa Xudan li dijî gelê wî rabû. Wî destê xwe dirêj kir û li wan xist. Çiya lerizin û cendek wekî zibil, Di nav kuçeyan de man. Lê dîsa jî hêrsa Xudan daneket, Destê wî li dijî wan dirêjkirî ma.
Ezê pîlanên Cihûda û Orşelîmê li vir vala derînim. Ezê wan bidim destê kesên li pey kuştina wan û bidim ber şûrên dijminên wan. Ezê cendekên wan ji heywanên erdê û teyrên ezmanan re bikim xurek.
“Loma Xudan wiha dibêje: ‘We guh neda min û ji bira û cîranê xwe re azadî îlan nekir. Va ye ezê li dijî we azadiyê îlan bikim.’” Ev e gotina Xudan. “‘Ezê azadiyê bidim şûr, kul û xelayê ku hûn tune bibin! Ezê we di çavê padîşahiyên dinyayê de bikim mijara sawê.
Loma Xudan li ser Yehoyaqîmê Padîşahê Cihûdayê wiha dibêje: ‘Wê kesek jê tunebe ku li ser textê Dawid rûne. Wê cendekê wî bavêjin ber germa rojê û serma şevê.
Ezê saxmayiyên gelê Cihûda ku berê xwe dane Misrê û biryar dane ku li wir bibin mêvan, rakim û wê hemû li welatê Misrê tune bibin. Wê li welatê Misrê bikevin. Wê bi şûr û xelayê telef bibin. Ji biçûkan heta mezinan, wê bi şûr û xelayê tune bibin. Wê bibin nifir û nalet, mijara saw û riswabûnê.