16 “Ezê gelek masîgiran bînim û wê wan bigirin.” Ev e gotina Xudan. “Piştre ezê gelek nêçîrvanan bînim û wê li ser her çiyayî, li ser her girî û di qelîştokên zinaran de nêçîra wan bikin.”
Çaxê Xudan rabe ku dinyayê bitirsîne, Wê mirov ji ber tirs û xofa Xudan, Ji ber rewnaqiya wî, Bikevin qelîştokên zinaran Û şikeftên zinarên bilindciyan.
va ye ezê bişînim pey hemû miletên bakur.” Ev e gotina Xudan. “Ezê bişînim pey xulamê xwe Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê jî û wan li dijî vî welatî, hemû şêniyên wî û hemû miletên derdorê rakim. Ezê wan bi tevahî tune bikim. Ezê wan bikim mijara sawê û fîkandinê. Wê bibe xirbeyeke herheyî.
Gotina Reb Xudanê Karîndar ev e: “Va ye, ezê ji hemû gelên derdora we, Bi ser we de sawê bînim. Wê her kesê ji we bi aliyekî ve belav bibe Û wê tu kes firaran nede hev.
Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Çawa mêw tên efarekirin, Wê Îsraêliyên saxmayî jî bên civandin. Wekî kesê çûye berhevkirina tirî, Careke din destê xwe bavêje çiqlên mêwê.”
Bavo, li vî perçeyî destê min binêre ku ji dawa xiftanê te hatiye jêkirin. Belê lê binêre! Min ji dawa xiftanê te perçeyek qut kir, lê min tu nekuştî. Ji ber vê yekê, baş bizane ku di dilê min de xerabî û fikra serhildanê tuneye. Dîsa jî, tu dixwazî min bikujî.