13 Ji ber vê yekê ezê we ji vî welatî bavêjim welatekî ku hûn û bav û kalên we pê nizanin. Hûnê li wê derê bi şev û roj ji îlahan re xulamiyê bikin. Çimkî ezê li ber we nekevim.’
Çimkî Xudan wiha dibêje: “Nekeve mala şînê. Ranebe li xwe nexe û ji bo wan neke hewar. Çimkî min aştî, rehim û dilovaniya xwe ji ser vî gelî rakir.” Ev e gotina Xudan.
Tê mîrasa ku min daye te bi destê xwe winda bikî, Ezê li welatê tu pê nizanî te ji dijminên te re bikim kole. “Çimkî we hêrsa min pêxist ku her û her dişewite.”
Gava ew bêjin: ‘Çima Xwedayê me Xudan tevahiya van tiştan anîn serê me?’ tê ji wan re bêjî: ‘Çawa ku we dev ji min berda û li welatê xwe xulamiya îlahên xerîb kir, hûnê li welatekî ku ne yê we ye wisa ji xerîban re xulamiyê bikin.’
Ji ber kirêtiyên xwe, şermezar bûn? Lê wan qet şerm nekir. Ew nizanin rûsorbûn çi ye. Loma jî wê di nav ketiyan de bin, Gava ez wan ceza bikim, wê biterpilin” dibêje Xudan.