11 Wî çaxî tê ji wan re bêjî: ‘Gotina Xudan ev e: Bav û kalên we dev ji min berda û da pey îlahan. Wan xulamiya wan kir û li ber wan çok vedan. Wan ez berdam û Şerîeta min pêk neanî.
Paşê wê wiha bêjin: ‘Çimkî wan dev ji Xwedayê xwe Xudan berda ku bav û kalên wan ji welatê Misrê deranîn. Wan xwe bi îlahan ve girê da û xulamiya wan kir. Ew li ber wan deverû çûn erdê. Ji ber vê yekê Xudan, tevahiya van xerabiyan anî ser wan.’”
Kahinan negot: ‘Ka Xudan li ku ye?’ Kesên ku şerîet di destê wan de ye, ez nas nekirim, Şivanan li dijî min serî hilda, Pêxemberan jî bi navê Baal pêxemberî kir Û da pey pûtên bêkêr.”
Wê li ber roj, heyv û tevahiya nexşên ezmanan bên raxistin ku wan ji wan hez kir, xulamî kir, da pey wan, lê geriyan û deverû çûn erdê. Wê neyên civandin û neyên veşartin. Wê li ser axê wekî ziblê bimînin.
Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên gelê Cihûda, Ezê cezayê wan ranekim. Wan Şerîeta Xudan red kir, Qanûnên min pêk neanîn. Pûtên wan ew averê kirin, Ew pûtên ku bav û kalên wan jî da pey.
Ji rojên bav û kalên xwe ve we herdem xwe ji qanûnên min da alî û ew pêk neanîn. Li min vegerin, ezê jî li we vegerim.” Xudanê Karîndar dibêje. “Lê hûn dibêjin: ‘Em çawa li te vegerin?’
Êdî bes e ku we li gor xwestina pûtperestan dema jiyana xwe ya derbasbûyî bi bêedebî, şehwet, serxweşî, kêfkirina bi harîtî, şerabvexwarina civatî û di pûtperestiya pîs de derbas kir.