Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yêremya 15:8 - Kurmanji Încîl

8 Wê hejmara jinebiyên wan ji sêlaka deryayê bêtir be. Ezê nava rojê bi ser dayika xortan de xerabkaran bişînim Û jinişkave saw û tengasiyê bînim ser wan.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yêremya 15:8
15 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Wê mêrên we bi şûr, Mêrxasên we di şer de bikevin.


Wê dergehên bajêr bikin axîn û şînê bikin, Perîşan bimînin û li ser axê rûnin.


Wê rojê, wê heft jin bi mêrekî bigirin û bêjin: “Emê nan û cilên xwe peyda bikin. Bila tenê navê te li ser me be. Şerma me ji ser me rake.”


Çimkî Xudan li ser kur û keçên li vir tên dinyayê, dayikên wan ên ku wan tînin û bavên li vî welatê ku jê ne wiha dibêje:


Loma kurên wan bide ber xelayê, Wan bavêje ber şûr. Bila jinên wan bibin jinebî û bêzarok. Bila mirin mêrên wan bikuje û bibe, Bila xortên wan di şer de bi şûr bên kuştin.


Ezê li dijî te xerabkaran amade bikim Ku çekê her yekî di destê wî de ye. Wê darên te yên sedrê yên bijare jêkin Û bavêjin nava êgir.


“Haya miletan pê bixin, Ji Orşelîmê re bêjin: ‘Kesên ji welatekî dûr tên Ku dor lê bipêçin! Ew li dijî bajarên Cihûdayiyan diqîrin.


Loma wê şêrekî daristanê li wan bixe, Wê gurê çolê wan perçe bike Û wê piling li ber bajarên wan bikeve kemînê. Her kesê ji wir dertê, wê bê perçekirin. Çimkî neheqiya wan zêde ye Û çivanokiya wan gelek e.


Ya gelê min ê delal! Çûx li xwe bike Û xwe di nav xweliyê de bigevizîne. Çawa tu şîna kurê xwe yê yekta dikî, Wisa jî bi şewat li xwe bixe. Çimkî wê xerabkar jinişkave bi ser me ve bê.


Em sêwî û bêbav bûn, Dayikên me bûn wekî jinebiyan.


Tê bi roj biterpilî. Pêxember jî wê bi şev bi te re biterpile. Ezê te bê dê bihêlim.


Çimkî ewê bi ser wan hemûyên ku li ser rûyê erdê dimînin de, bê.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ