20 Ezê te ji vî gelî re bikim sûrekî tûncîn. Wê li dijî te şer bikin, lê wê bi te nikaribin. Çimkî ez bi te re me ku te xilas û rizgar bikim.” Ev e gotina Xudan.
Tu netirse, çimkî ez bi te re me. Tu nebizde, çimkî Xwedayê te ez im. Ezê te bişidînim, alîkariya te bikim. Ezê bi destê rastê yê edaleta xwe Ji te re bibim destek.
Ax dayika min! Wey li min ku te ez anîm dinyayê! Ez bi tevahiya welêt re pevçûn û berberiyê dikim! Ne min bi deyn stand, ne jî min bi deyn da, Lê herkes nifir li min dike.
Ya Xudan, tu vê dizanî! Min bi bîr bîne, li min xweyî derkeve. Heyfa min ji zordarên min bistîne. Di sebra te de min ji mirinê re nehêle, Bizanibe ez ji bo xatirê te hatim riswakirin.