9 Ma mîrasa min li gorî min nebû teyrê dirinde yê deqdeqî Ku teyrên din ên dirinde dorpêç û êrîşê wê dikin? Herin, hemû heywanên çolê bicivînin, Bînin ku wê bixwin.
Xudan rêbirên Kildanî, rêbirên Aramî, rêbirên Moavî û rêbirên Emmoniyan bi ser wî de şandin. Li gorî gotina Xudan ku bi riya xulamên xwe pêxemberan hatiye, wî ew bi ser wî de şandin ku Cihûdayê helak bikin.
Gotina Xudan ev e: “Ezê çar cure bela bînim serê wan; ji bo kuştinê şûr, ji bo kişkişandinê se, ji bo xwarin û xerakirinê teyrên ezmanan û heywanên çolê.
Siyon destên xwe vedike, Lê tu teselîkarê wê tuneye. Xudan li dijî Aqûb emir kir Ku kesên derdorê jê re bibin neyar. Orşelîm di nav wan de bû kirêtiyek.