4 Heta kengê, wê welat şînê bike Û giyayê hemû zeviyan biçilmise? Ji ber xerabiya şêniyên wî, Çivîk û heywan tune bûn. Çimkî mirovan got: “Ew pêşeroja me nabîne.”
“Loma Reb Xudan wiha dibêje: ‘Va ye, ezê li vê derê, bi ser mirovan, heywanan, darên çolê û berê axê ve hêrs û xezeba xwe birijînim. Wê bişewitîne û netefe.’
Ezê ji bo çiyayan bigirîm û şînê bikim, Ezê li ser mêrgên çolê lavijeke şînê bêjim, Çimkî şewitîn û kes tê re derbas nabe. Dengê keriyan nayê bihîstin, Ji teyrên ezmanan û heta heywanên çolê reviyan û çûn.
Milyaketê Xudan got: “Ya Xudanê Karîndar, ma tê heta kengê ji Orşelîm û bajarên Cihûdayê rehma xwe texsîr bikî ku ev heftê sal in tu li wan hêrs bûyî?”