12 Wî çaxî wê bajarên Cihûda û şêniyên Orşelîmê herin û ji îlahên ku ji wan re bixûrê dişewitînin bikin hewar. Lê gava ev bela bê serê wan, wê ev îlah nikaribin wan rizgar bikin.
Ew wî li ser pişta xwe hildigirin, Bar dikin û dibin li cihê wî datînin. Ew li cihê xwe disekine û nalebite. Çaxê yek jê re dike feryad bersivê nade, Wî ji tengasiya wî xilas nake.
Lê gelê min ez ji bîr kirim, Wan ji îlahan re bixûr pêxist. Ew li ser riyên xwe yên kevin Ku herin ba îlahan terpilîn. Ew ne li ser riyên mezin, Lê li ser şiverêyan meşiyan.
Ka ew îlahên ku te ji xwe re çêkirin? Gava bela hat serê te ku bikaribin te rizgar bikin, Bila rabin û werin! Çimkî gelê Cihûda, Îlahên te li gorî hejmara bajarên te ye.
Çima hûn li welatê Misrê yê ku hûn bi mêvandarî çûnê, bi karên destê xwe û bixûrpêxistina ji îlahan re min hêrs dikin?! Hûn xwe helak dikin! Ma hûnê di nav hemû miletên dinyayê de bibin nalet û mijara riswabûnê?!