20 Konê min xera bû, hemû qeytanên min qetiyan. Zarokên min ji ba min çûn, tunene. Kesê ku careke din konê min vede Û perdeyên min ava bike êdî tuneye.
“Min peyvên xwe kirin devê te Û tu di bin siya destê xwe de nixamtî. Min ezman bicih kirin, Min bingeha dinyayê danî Û ez ji Siyonê re jî dibêjim: ‘Tu gelê min î.’”
Xudan wiha dibêje: “Ji Ramayê dengek tê bihîstin, Dengê şîn û girîna bişewat, Rahêl ji bo zarokên xwe digirî Û naxwaze bê teselîkirin, Çimkî êdî ew tunene.”
Neyarên wê ji me mezintir bûn, Dijminên wê gihîştine rihetiyê. Ji ber zêdebûna gunehên wê, Xudan ew tengijand. Zarokên wê li bin destê dijminan çûne sirgûnê.