13 Gava ew dengê xwe dike, Li ezmanan av dixuşe Û ew ji binê dinyayê jî ewran bilind dike. Ew ji bo baranê brûskan çêdike, Ji embarên xwe bayê dertîne.
Ma pûtekî miletan bikaribe baranê bibarîne heye? Ma ezman dikarin ji ber xwe, taviyê bibarînin? Ya Xwedayê me Xudan! Ma tu ne ew î? Hêviya me tu yî, çimkî te ev hemû tişt kirin.
Yê ku şikil dide çiyayan, Bayê diafirîne, fikra xwe ji mirovan re dibêje, Seherê dike tarî û pê li bilindciyên erdê dike, Navê wî Xudan e, Xwedayê Karîndar e!