18 Min jî îro tu li dijî tevahiya welêt, li dijî padîşahên Cihûdayê, li dijî serek û kahinên wan, li dijî gelê welêt kirî bajarekî bisûr, stûneke hesinî û dîwarekî tûncîn.
Ax dayika min! Wey li min ku te ez anîm dinyayê! Ez bi tevahiya welêt re pevçûn û berberiyê dikim! Ne min bi deyn stand, ne jî min bi deyn da, Lê herkes nifir li min dike.
Ezê te ji vî gelî re bikim sûrekî tûncîn. Wê li dijî te şer bikin, lê wê bi te nikaribin. Çimkî ez bi te re me ku te xilas û rizgar bikim.” Ev e gotina Xudan.
Lê Xudan wekî şervanekî dijwar bi min re ye. Loma wê kesên li pey min biterpilin û bi ser nekevin. Ji ber ku ew bi ser nekevin, wê gelekî şermezar bibin. Wê rezîlbûna wan her û her neyê jibîrkirin.
‘Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: Ezê çekên şer ên destê we ku we li dijî Padîşahê Babîlê û Kildaniyên li derveyî sûran dor li we pêçabûn bi kar anîn, li we bizivirînim û wan li nav vî bajarî bicivînim.
Tê jî, ji destê wî nefilitî. Tê esse bêyî girtin û wê te bidin destê wî. Wê çavê te bi çavê Padîşahê Babîlê bikeve û tê pê re rû bi rû bipeyivî. Tê herî Babîlê.
“Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Ji Padîşahê Cihûdayê re wiha bêje ku tu ji bo şîretê şandiye ba min: Artêşa Firewn a ku ji bo alîkariya we bi rê ket, wê vegere welatê xwe Misrê.
“Xudan wiha dibêje: ‘Kesê ku li vî bajarî bimîne wê bi şûr, kul û xelayê bimire. Lê kesê ku here ba Kildaniyan wê sax bimîne. Wê canê wî jê re bibe malê talên û wê bijî.’
Ewê ku bi ser dikeve ezê wî di Perestgeha Xwedayê xwe de bikim stûn û ew êdî tu caran dernakeve derve. Ezê navê Xwedayê xwe, navê bajarê Xwedayê xwe, navê Orşelîma nû ya ku ji Xwedayê min, ji ezmên tê xwarê û navê xwe yê nû li ser wî binivîsim.