Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Waiz 9:9 - Kurmanji Încîl

9 Di hemû rojên pûç ên jiyana te ya ku Xwedê li ser rûyê erdê daye te, di hemû rojên xwe yên pûç de bi jina xwe ya hezkirî re, jiyaneke xweş derbas bike. Çimkî ya ku ji jiyanê û keda ku te li ser rûyê erdê daye, ev para te dikeve.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Waiz 9:9
14 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Îshaq demeke dirêj li wê derê ma. Rojekê, gava Padîşahê Filîstiyan Avîmelek di pencereyê re li derve nêrî, dît ku Îshaq bi jina xwe Rebeqayê re dikene û şa dibe.


Mirov wek hilmekê ye, Rojên wî, wek wê siyê ne ku diçin.


Te jînek bi qasî bihuştê da min, Tişt nîne, li pêş te jîna min. Heta her kesê hêzdar, Tenê hilmek e.


Kesê jinekê dibîne, qenciyê dibîne, Çimkî Xudan jê razî ye.


Mal û milk ji mîrasa bavan e, Lê jina serwext diyariya Xudan e.


Min tu tiştê ku çavê min xwest ji bo xwe texsîr nekir. Min dilê xwe ji tu şahiyê bêpar nehişt. Çimkî dilê min bi hemû keda min şa dibû Û para min a ji hemû keda min ev bû.


Ji bo mirovan ji xwarin, vexwarin û şakirina canî ya bi kedê çêtir tiştek tuneye. Min dît ku ev jî, ji Xwedê ye.


Xwarin û vexwarina her mirovî û ji tevahiya keda xwe qencî dîtin, diyariya Xwedê ye.


Îcar min dît, ji şabûna mirov a bi karê xwe çêtir tiştek tuneye. Çimkî para mirov ev e. Ma wê kî wî bi şûn de bîne ku tiştên piştî wî çêbûne bibîne?


Îcar min dît ya baş ev e: Mirov bixwe û vexwe û li vê dinyayê, di rojên Xwedê de, ji bo hemû keda ku daye şa bibe. Çimkî para mirov ev e.


Ma kî dizane ji bo mirov di jiyanê de, di çend rojên pûç û bêmane yên ku wek siyekê tên û diçin de, çi baş e? Kî dikare ji mirovekî re tiştên ku wê piştî wî li ser rûyê erdê çêbin bêje?


Min di rojên xwe yên pûç de ev herdu tişt dîtin: Carna kesê rast heye, tevî rastiya xwe zû helak dibe, Carna jî kesê xerab heye, tevî xerabiya xwe dirêj dijî.


Qey Xwedê hûn herdu nekiribû ruh û bedenek? Çima yek? Çimkî ew ji xwe re li ziriyetekê digeriya. Loma jî hay ji xwe hebin ku tu kes bêbextiyê li jina ciwaniya xwe neke.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ