3 Xerabiya her tiştê ku li ser rûyê erdê tê kirin ev e: Heman tişt tê serê hemûyan. Herwiha di dema ku dijîn de, dilê mirovan bi xerabî û dînîtiyê tije ye. Piştre ew tevî miriyan dibin.
Xudan bi bêhna xweş a qurbanên şewitandinê kêfxweş bû û got: “Tevî ku meyla dilê mirov ji zarokatiyê ve bi ser xerabiyê ve ye, êdî ezê careke din ji ber mirovan vê axê nalet nekim. Wekî min niha kir, êdî ezê careke din her jîndarî tune nekim.
Ez bi dilê xwe li şehrezayiyê digeriyam, Min lê kola ku ez sedemên li pişt tiştan bibînim. Ez geriyam ku fêm bikim xerabî bêaqilî ye, Ehmeqî jî dînîtî ye.
Min li ser rûyê erdê ev jî dît: Di bezînê de ne lingsivik, Ne jî di şer de mêrxas bi ser nakevin. Şehreza nên, biaqil jî dewlemendiyê bi dest naxin. Qedrê zanayan jî nayê girtin. Ya ku tê serê her kesî li gorî wext û bextê wan e.
Ya ku tê serê hemûyan yek e. Ya ku tê serê yê rast, yê xerab, yê baş û helal û yê heram yek e. Eynî tişt tê serê kesê ku qurban pêşkêş dike û yê ku nake jî. Çi tê serê qencan, tê serê gunehkaran jî, Kesê sond dixwe, wekî kesê ji sondê ditirse ye.
Di hemû kinîştan de min gelek caran ew ceza kirin û min li wan zor kir ku çêran bikin. Ez li hember wan ewqas har bûbûm, heta ku min di bajarên xerîb de jî tengahî da wan.
Çimkî demekê em bi xwe jî bêfêm, neguhdar, xapiyayî, xulamên kêf û xwestekên cûr bi cûr bûn. Me jiyana xwe bi xerabî û çavnebariyê derbas dikir; her kesî ji me nefret dikir û cênika me jî ji hev diçû.