Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Waiz 9:2 - Kurmanji Încîl

2 Ya ku tê serê hemûyan yek e. Ya ku tê serê yê rast, yê xerab, yê baş û helal û yê heram yek e. Eynî tişt tê serê kesê ku qurban pêşkêş dike û yê ku nake jî. Çi tê serê qencan, tê serê gunehkaran jî, Kesê sond dixwe, wekî kesê ji sondê ditirse ye.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Waiz 9:2
22 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ez dixwazim ku tu bi Xudan, bi Xwedayê erd û ezmanan sond bixwî ku tu ji keçikên Kenaniyên ku ez di nav wan de rûdinim, jinekê ji kurê min re neyînî.


Hemû yek e! Loma ez dibêjim: ‘Ew kamil û xerab diqedîne.’


Çimkî min, gava firehiya xeraban dît, Ez ji qûreyan hesidîm.


Çimkî Xwedê şehrezayî, zanabûn û şabûnê dide zilamê ku jê razî ye. Îcar Xwedê, karê civandin û danîna ser hev dide yê gunehkar, ji bo ku piştre bide kesê qenc. Ev jî, ji bo mirov pûç û wek ketina pey bayê ye.


Çimkî ya ku tê serê mirovan, tê serê heywanan jî. Tiştê ku tê serê wan yek e. Mirov çawa dimirin, heywan jî wisa dimirin. Hilma herduyan eynî ye. Mirov ne di ser heywanan re ye, çimkî her tişt pûç e.


Heta yê dewlemend du caran hezar sal bijî û ji hebûna xwe xêrê nebîne, ma herdu naçin derekê?


Çêtir e ku tu yekê bigirî Û ji yê din jî destê xwe neşoyî, Çimkî wê mirovê Xwedêtirs ya rast bibîne.


Çûna mala şînê ji çûna mala ziyafetê çêtir e, Çimkî dawiya her mirovî ev e, Bila herkes vê yekê bixe dilê xwe.


Min li ser rûyê erdê ev jî dît: Di bezînê de ne lingsivik, Ne jî di şer de mêrxas bi ser nakevin. Şehreza nên, biaqil jî dewlemendiyê bi dest naxin. Qedrê zanayan jî nayê girtin. Ya ku tê serê her kesî li gorî wext û bextê wan e.


Xerabiya her tiştê ku li ser rûyê erdê tê kirin ev e: Heman tişt tê serê hemûyan. Herwiha di dema ku dijîn de, dilê mirovan bi xerabî û dînîtiyê tije ye. Piştre ew tevî miriyan dibin.


Wan tevahiya jin, mêr, zarok û keçên padîşah birin ku Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan li ba Gedalyayê kurê Ahîqamê kurê Şafan hiştibûn. Yêremyayê Pêxember û Barûkê kurê Nêriya jî bi wan re bûn.


Niha em ji qureyan re dibêjin xwezî bi wan. Kesên xerabiyê dikin tenê bi ser dikevin, gava ew Xwedê diceribînin jî, ji cezayan rizgar dibin!’”


Hûnê dîsa ferqa di navbera kesên rast û xerab de fêm bikin. Hûnê hay ji wan kesan hebin ku xulamiya Xwedê dikin an na.”


“Ji bo dîwanê ezê nêzîkî we bibim. Ezê li dijî sêrbazan, zinakaran, sondxwarên derewîn, li dijî kesên ku zordariyê li karker, jinebî û sêwiyan dikin, kesên neheqiyê li dijî xerîban dikin û li dijî kesên ji min natirsin, yekser bibim şahid” Xudanê Karîndar dibêje.


Lê wan dest neda wî hingivî, çimkî sond xwaribûn û ji sondê ditirsiyan.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ