1 Îcar ji bo ku ez li ser hemûyan bikolim, min tevî kir dilê xwe. Mirovên rast û şehreza û karên wan, di destê Xwedê de ne. Hezkirin an nefret, mirov pê nizane, her tişt dikare bê serê mirov.
Min di rojên xwe yên pûç de ev herdu tişt dîtin: Carna kesê rast heye, tevî rastiya xwe zû helak dibe, Carna jî kesê xerab heye, tevî xerabiya xwe dirêj dijî.
Ez bi dilê xwe li şehrezayiyê digeriyam, Min lê kola ku ez sedemên li pişt tiştan bibînim. Ez geriyam ku fêm bikim xerabî bêaqilî ye, Ehmeqî jî dînîtî ye.
Li ser rûyê erdê tiştekî din ê pûç heye: Mirovên rast hene, tiştê tê serê wan, divê bê serê xeraban. Mirovên xerab jî hene, tiştê tê serê wan, divê bê serê rastan. Min got: “Ev jî tiştekî pûç e.”
Wan tevahiya jin, mêr, zarok û keçên padîşah birin ku Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan li ba Gedalyayê kurê Ahîqamê kurê Şafan hiştibûn. Yêremyayê Pêxember û Barûkê kurê Nêriya jî bi wan re bûn.
Û ji ber vê yekê jî ez vî cefayî dikişînim. Îcar ez şermî nabim, çimkî ez dizanim ku min bi kê baweriya xwe aniye û ez piştrast im, ew dikare tiştê ku spartiye min, heta wê rojê jî biparêze.