5 Ne wî roj dîtiye û ne jî bi tiştekî dizane. Dîsa jî rihetiya wî ji yê din çêtir e.
“Mirov ji jinekê tê dinyayê, Paşê rojên wî kêm in û tije derd in.
Bila bibin wek şeytanokê ku dihelin û diçin. Wek zarokê ji ber jinê çûyî, rûyê rojê nebînin.
Ronahî şîrîn e, Dîtina rojê bi çavan xweş e.
Lê yê ku hê nehatiye dinyayê Û karên xerab ên ku li ser rûyê erdê tên kirin nedîtiye, Ji herduyan dilgeştir e.
Çimkî zarokê ji ber diya xwe çûyî beredayî tê, di tariyê de diçe û navê wî bi tariyê tê nixamtin.
Heta yê dewlemend du caran hezar sal bijî û ji hebûna xwe xêrê nebîne, ma herdu naçin derekê?