2 Mirov heye ku Xwedê mal û milk, rûmet û dewlemendî danê ku her tiştê canê wî bixwaze heye. Lê Xwedê hêza ku jê bixwe nedayê. Tenê yekî xerîb vê dixwe. Ev jî pûç û derdekî giran e.
Yên ku para wan a jînê ji vê dinê ye, Bila zikê wan bi cezayê ku tê bidî tije bimîne, Bila zarokên wan jî bixwin û têr bibin, Yê mayî ji nevîyên wan re bimîne.
Zilamek tenê hebû, kesek din li ba wî nebû. Kurê wî û birayê wî jî tunebû, Dîsa jî bi şev û bi roj dixebitî Û çavên wî têr nedibûn. Ma gelo wî ji xwe re nedigot: “Ez ji bo kê bixebitim Û canê xwe ji şahiyê bêpar bihêlim?” Ev jî pûç û tiştekî xerab e.
Hûn çima pereyê xwe ji bo tiştê ku ne nan e didin? Hûn çima keda xwe ji bo tiştê ku têr nake dirijînin? Baş min bibihîzin! Bila hûn tiştên qenc bixwin, Bila bi xwarina dewlemendan canê we zewqê bistîne.
Gava hûn gihîştin wê derê, hûnê miletekî bêxem bibînin. Welat ji her aliyî ve fireh e. Xwedê ew der daye destê we. Kêmahiya wê derê tuneye, her tiştê dinyayê heye!”