Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Waiz 4:8 - Kurmanji Încîl

8 Zilamek tenê hebû, kesek din li ba wî nebû. Kurê wî û birayê wî jî tunebû, Dîsa jî bi şev û bi roj dixebitî Û çavên wî têr nedibûn. Ma gelo wî ji xwe re nedigot: “Ez ji bo kê bixebitim Û canê xwe ji şahiyê bêpar bihêlim?” Ev jî pûç û tiştekî xerab e.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Waiz 4:8
21 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Xwedê Xudan got: “Ne baş e ku Adem tenê bimîne, ezê alîkareke li gorî wî jê re çêkim.”


«Wek siyekê digere însan, Beredayî dixebite, Mal dide ser hev, nizane ku wê ji kî re bimîne.


«Û niha ya Reb, ez li benda çi me? Hêviya min tu yî.


Çawa ku warê helakê û diyarê miriyan têr nabin, Wisa jî çavên mirovan tu caran têr nabin.


Min fikra xwe, ji bo ku bi şehrezayiyê li her tiştê ku li ser rûyê erdê pêk tên bixebite û lê bikole terxan kir. Ev karekî zehmet e. Xwedê ev da mirov ku pê re bilî bibe.


Her tişt diwestîne, Bi qasî ku nayê salixdan. Çav bi dîtinê têr nabe, Guh bi bihîstinê tije nabe.


Çimkî mirov hene ya ku bi ked, zanîn, şehrezayî û jêhatîbûna xwe bi dest dixin, ji kesekî ku keda xwe di ber re nedaye re dihêlin. Ev jî pûç û xerabiyeke mezin e.


Hemû rojên wî, karên wî derd û keder in. Bi şev jî dilê wî rihetiyê nabîne. Ev jî pûç e.


Ez zivirîm û min li ser rûyê erdê tiştekî din ê pûç dît.


Kesê ku ji pere hez dike, ji pere têr nabe, Yê ku ji serwetê hez dike, qîma xwe bi qezenca xwe nayîne. Ev jî pûç e.


Feydeya ku ji axê tê ji bo her kesî ye. Heke ji bo dabeşkirina berê axê padîşahekî dadperwer hebe, çêtir e. Padîşahê ku dixwaze erd û zevî werin cotkirin ji hemû welat re bifeyde ye.


Wey li wan kesan ku heta cih namîne zeviyan li zeviyên xwe, Xaniyan li xaniyên xwe zêde dikin. Êdî tenê hûn di nav vî welatî de rûdinin.


Hûn çima pereyê xwe ji bo tiştê ku ne nan e didin? Hûn çima keda xwe ji bo tiştê ku têr nake dirijînin? Baş min bibihîzin! Bila hûn tiştên qenc bixwin, Bila bi xwarina dewlemendan canê we zewqê bistîne.


«Werin ba min, ey hemû yên westayî û bargiran, ezê rihetiyê bidim we.


Lê Xwedê jê re got: ‹Bêaqilo, îşev canê te wê ji te bê xwestin. Îcar ew malê ku te hilaniye wê ji kê re bimîne?›


Çimkî her tiştê ku di dinyayê de ye, xwesteka nefsê, xwesteka çavan û quretiya maldariyê, ne ji Bav, lê ji dinyayê ne.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ