6 Mista tije ya bi rihetî, Ji kulma tije ya bi zehmetî Û ketina pey bayê çêtir e.
Piçek hebûna rastan, Çêtir e ji serweta xeraban.
Karê hindik ê heq, Ji serweta neheq çêtir e.
Pariyekî nanê ziwa bi aramî, Ji maleke tije pevçûn çêtir e.
Min hemû karên ku li ser rûyê erdê tên kirin dîtin û hemû jî pûç in, wek ketina pey bayê ne.
Min dilê xwe da zanîna şehrezayiyê û ez ji bo dînîtî û bêaqiliyê xebitîm. Min fêm kir ku ev jî wek ketina pey bayê ye.
Ez zivirîm û min li ser rûyê erdê tiştekî din ê pûç dît.